Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Yekîtiya Neteweyiya Demokrat a Kurdistanê bi hilkefta 25`ê Gelawêjê

11:58 - 16 Tebax 2021

Yekîtiya Netewiya Demokrat a Kurdistanê bi hilkefta 25` Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ peyamek bo Hizbê şand.

Yekîtiya Netewiya Demokrat a Kurdistanê tevî pîrozkirina 76`emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê daye zanîn: “Di demekê de em yad û bîra avakirina PDKÎ dikin, ku Kurdistan û Rojhilata Navîn bi awayekî giştî û nemaze Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke pirr hestiyar de ne û çavnihêriya hatina gorê ya komek alogor tê kirin û her lewma hewce ye ku em hemû aliyek berjiwendiyên netewî û nîştimanî li ber çav bigrin û di pêxema yekîtî û yekdengiya Kurdan de mifahê wergirin û yekbûn û yekgirtina me bandordartir e”.

YNDKÊ di dawiyê de tekezî li ser qahîmkirin û pêşvebirina pêwendiyên dostane û birayane di navbera herdu aliyan de kiriye.