Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Yekîtiya Pêşeyiya Mamosteyan û komek ji Saziyên medenî yên Kurdistanê bi hilkefta 26ê Sermawezê

12:04 - 16 Kanûna pêşîn 2021

Yekîtiya Pîşeyiya Mamostayan a Kurdistana Îranê û komek ji Saziyên medenî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê peyama pîrozbahiyê belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye

Pêşmergên qehriman ên Kurdistanê!

Em wek Yekîtiya Pîşeyiya Mamostayan a Kurdistana Îranê û komek ji Saziyên medenî yên Rojhilatê Kurdistanê, pîrozbahiya roja 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê li we pîroz dikin.

Her di roja 26ê Sermawezê de bo cara yekê alaya pîroz a Kurdistanê ku hêmaya netewî ya gelê Kurd e li Mihabadê hate bilindkirin û bû bi hewêna avakirina Komara millî-demokratîk a Kurdistanê.

Di vê roja pîroz de silav li Hêza Pêşmergê Kurdistanê, milê bihêz ê gel li çiya û bajar.