Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyamên pîrozbahiya Partî û aliyan bi boneya 25ê Gelawêjê bo PDKÎ

13:29 - 9 Tebax 2020

Partiya Serbestiya Kurdistan ê û Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, bi helkefta 25ê Gelawêjê, peyama pîrozbahiyê bo PDKÎ şandin.

Serokê Partiya Serbestiya Kurdistan,”Arif Bawecanî” û herwisa Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, “Seyran Duran” bi helkevta 25ê Gelawêjê, 75emîn salroja avakirina PDKÎ yê, peyama pîrozbahiyê bo PDKÎ şandin.

Serokê Partiya Serbestiya Kurdistan,”Arif Bawecanî” di peyama xwe de îşare bi wê yekê kiriye ku: “Dîrok şahide ku di wan 75 salan de, tevî bi sedan astengên dijvar, deryayeke xwîn a paqijê pêşmerge, kadir û rêberên Patiya we ya têkoşer, bûye bingeha geşeya xebatê bona bidestve anîna mafê berheq yên gelê me û bi ti awayekî, ew xebata nayê hişkirin û nayê jinavbirin.

Di wê helkevta pîroz de, hivixwazin ku di destpêka 75saliya xebatê de, germ û guriyê zêdetir bidne xebata netewî û rizgariya yekcarî ya gelê me.

Herwisa Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, “Seyran Duran” jî di peyama pîrozbahiya xwede îşare kiriye ku: “PDKÎ di 75 salên derbasbûyî de bi berxwedan û xebata xwe ya li welat û derî welat, roleke ber bi çav hebûye û li Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya tevgera rizgarîxwaziya netewa Kurd kiriye. Bi vê helkeftê, dixwazim di kesayetiyên “Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî” de hemû şehîdên Kurdistanê birêzdariyê ve bi bîr bînim. Bêguman têkoşîn û bi bîranînên şehîdên me, dê herdem rêberê têkoşîna me be”.