Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peydakirina şûnwar û asewarên dîrokî li bajarê Seqizê/ Talankirina wan ji aliyê rejîmê ve

12:46 - 3 Nîsan 2021

Di wan çend rojan de şûnwar û asewarên gelek kevnar û dîrokî li taxa “Heme Ava” a Serê ya şehreka Mukiryan li rex dîwara hêza Întizamî ya Seqizê hatiye peydakirin, û rejîm jî di wê cihê de mijûlê kolanê ye.

Di wê cihê de komek dîwarên kevin û goristan hatine peydakirin û heya niha jî, bilî komek şûnwar, şûnwarê jin û mêrekî li rex hev peyda bûye ku dîroka wê bo pitir ji 5000`an berî niha vediger e.

Eva ku cihê nîgeraniyê ye, heya niha bi sedan cihê dîrokî û şûnwarên kevin li bajarê Seqizê hatine peydakirin, lê kes nizane ku çi bi ser wan de hatine, û ev ji aliyê rejîmê ve hatine talankirin.

Ev şûnwarên niha jî, rejîm bi henceta vê ku bajarê Seqizê çozexane nîne dibêje, emê bibine mozexaneya bajarê Sineyê, eva jî di halekê de ye, ku sedan car tiştên wiha rû dane û şûnwarên wiha bi mozexaneya bajarê Sineyê re nehatine dan.

Dîroka bajarê Seqizê bo pitir ji 7 hezar sal berî niha vedigere û bi sedan şûn û asewarên bê mînak têde hatine peydakirin û mozexane nîne, asewar ji aliyê rejîm û karbidestên wê ve têne talankirin.

Rejîm hertimî hewil dide ku şûnwarên dîrokî û asewarên kevin ji nav bibe, yan kes nizane çi bi ser wan şûnwaran de tê, şûnwarên dîrokî û asewarên kevin girîngî û cugrafiya her deverekê nîşan dide û bo her welatekê girîngiyek taybet bi xwe heye.