Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pilana rejîma Îranê bo kiriyarên terorîstî, bertekên berpirsên Amerîlkayê li pey xwe anî

12:09 - 15 Îlon 2020

Çend roj beriya niha belavoka “polêtîko” (Politico), bi piştgirêdan bi hin zaniyariyan belav kiribû, ku rejîma Îranê di hewlekê de ye ku Balyoza Amerîkayê “Lana Markis” (Lana Marx) a li welatê Afrîqaya Başûr de teror bike.

Di vê belavokê de hatibû ku hewla rejîmê bo terorkirina balyoza Amerîkayê “Lana Marx”, dibe sedemê zêdebûna aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de.

Di vê derheqê de, Serkomarê Amerîkayê, “Donald Trump”, şeva duşemî 14ê Îlonê li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsî: “Pêka raporên mediyayî, wê diçe Îran bo kiryareke terorîstî mijûlê darêtin pilanekê ye, an bo tolhildana Qasim Silêmanî dixwaze êrîşerke din bike ser Amerîkayê.”

“Donald Trump” di berdewamiya “Twitt”a xwe de nivîsiye: “Her êrîşek Îranê li dijî Amerîkayê, bi her awayekî be, dê Îran rastî êrîşên hezar car bihêztir ji aliyê Amerîkayê ve bê.”

Wezîrê Derve ê Amerîkayê “Mike Pompeo” jî, di derheq darêtina pilana rejîma Îranê bo kiryarên terorîstî gotibû: “Em agehdar in ku rejîma Îran pilanek darêtiye ku dixwaze Bolyoza me li Afrîqaya Başûr de teror bike û me bi micidî girtiye.”

Rejîma Îranê ji rêya girûpên terorîstî yên girêdayê bi xwe ve binkeyên Amerîkayê li deverê de dike armanc.

Pêka nûçeya ku malpera “Alarabiya”yê belav kirye, şeva duşemî balyozxaneya Amerîkayê li devera kesik a Bexdayê, rastî êrîşa rakêtan hat û di encamê de ew rakêtane ji aliyê sîstema bergirî ya mûşekî ve hatine jinavbirin.

Ji “October”a sala 2019an ve heta niha Îraq şahidê deha êrîşên terorîstî bo ser binkeyên leşkerî û dîplomatî yên Amerîkayê bûye.