Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya kesên binçavkirî li xwenîşandanên El-Ehwazê nûgihan in

12:17 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Malbatên wan kesan ku li xwenîşandanên El-Ehwazê hatine binçavkirinê ragihandine ku piraniya wan kesên ku rejîma Îranê binçav kirine nûgihan in û bona azadkirina beşek ji wan nûgihanan barimteyên çend milyon Tumenî dixwazin.

Tevî berdewambûna xwenîşandanên xelkê El-Ehwazê û qutbûna berq û înternetê û piştevanîkirina çandîn parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji wan xwenîşandanan, qedera kesên binçavkirî li parêzgeha Xûzistanê hêj bi serastî rohn nîne û piraniya kesên ku hatine binçavkirin nûgihan in ku bi awayekî berfireh ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin.

Heta niha zaniyariyeke serast ji îşkence û lêdana wan nûgihanan nehatiye belavkirinê lê berpirsên ewlehî yên rejîma Îranê bi beşeke malbatên wan nûgihanan ragihandine ku bona berdana wan nûgihanan ji girtîgehê hewceye ku barimteya çend milyon Tumenî heye.

Hêj xuya nake ku rewşa wan binçavkiriyan bi serastî çawaye lê rejîma Îranê bi hovanetirîn awayî xelk serkut kiriye û bi gulleyên şer êrîşî li ser xwenîşanderan dike û di îşkencegehên rejîmê de ti yasayeke rûmeta mirovî nayê parastin û hemû şêwaz û awayên îşkencekirinê bikar tînin.