Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîranşehr/ 3 welatiyên Kurd hatin binçav kirin

21:41 - 16 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê sê hemwelatiyên Kurd xelkên gundê Tirkêş a ser bi devera Pîranşehrê binçav kirin.

Li gor rapora Kurdistanmeida, îro roja Duşemî bervara 16’ê Hezîran a 2014’an, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê, rijiyane nav gundê Tirkêş a ser bi devera Pîranşehrê, û di encam de 3 hemwelatiyên Kurd bi navên “Ebas Pîrbab, Elî Ebasî û Mela Gêçel” destbiser kirin.

Yek ji hevwelatiyên rûniştî li gundê Tirkêş, serbarê tekez kirina wan sê hemwelatiye ku ji aliyê hêzên rejîm ve hatine girtin, bi nûçegihanê Kurdistanmedia ragihand: Hêzên rejîma Îranê 18 ser hespên kasibkarên xelkên wê deverê zewt kirin e.

Li gor serhejmariyên malpera Kurdistanmedia, di destpêka meha Cozerdana 1393’a Rojî ve heta niha 20 hemwlatiyên Kurd ji aliyên hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve hatine girtin.