Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirojeya çêkirina rêya hesinî ya “Kirmaşan- Xosrewî” bi sedema nebûna bûdce yê sekiniye

12:25 - 21 Hezîran 2022

Ev heyama 2 salane ku pirojeya çêkirina rêya hesinî ya bajarê “Kirmaşan- Xosrewî” bi sedema dabînnekirina bûdceya hewce sekiniye.

Çêkirina pirojeya rêya hesinî ya bajarê “Kirmaşan- Xosrewî” bi sedema guhnedana alî û navendên pêwendîdar û dabînnekirina bûdceya hewce bona bidawî anîn bi wê pirojeye ev heyama 2 salane ku sekiniye û ti karek li ser nehatiye encamdan.

Berpirsê Pirojeya rêya hesinî ya bajarê “Kirmaşan”ê “Mesi`ûd Feramerziyan” li derheq guhnedana perpirsên rejîma Îranê bona bidawî anîn bi wê pirojeyê gotiye piştgixistina pirojeya rêya hesinî ya “Kirmaşan- Xosrewî” di halekê de ye ku ew piroje bandorek girîng li ser aboriya Îran û meşa hinardekirinê dadinê.

Herwisa navbirî ragihandiye ku, bo bidawî anîn bi wê pirojeyê niha, hewcehî bi 8 hezar miliyard Tumenî heye, lê îsal tenê 135 miliyard Tumen bo wê pirojeyê hatiye dabînkirin, û ger bi wî awayî berdewam be ew piroje heta çendîn salên din jî bidawî nabe.

Çêkirina rêya hesinî bandorek erênî li ser aboriya parêzgehê heye, lê ew jî weke pirraniya pirojeyên din yên ku li Rojhilatê Kurdistanê hene bidawî nehatiye û nivîkar maye.