Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka ava werzêrî û vexwarinê li bajarê Xoyê li Rojhilatê Kurdistanê hêj nehatiye çareserkirin

11:54 - 4 Adar 2022

Kêmbûn an nebûna ava hewce bo vexwarin, werzêrî û pîşe li bajarê Xoyê û deverên girêdayê wî bajarî, piştî derbasbûna çendîn salan hêj nehatiye çareserkirin.

Pîştî derbasbûna çendîn salan, rejîma Îranê ti bernameyek serast û rohn bo çareserkirina kêmavî û bê avî li bajarê Xoyê li bakûrê Rojhilatê Kurdistanê û deverên girêdayê wî bajarî tinîne û pirsgirêka ava vexwarin, werzîrî û pîşeyî di wî bajarî de hêj nehatiye çareserkirin.

Pêka gotina berpirsên rejîmê di wî bajarî de, ava vexwarinê bi tenê ji hilêncandina 40 bîrên avê bo bajarê Xoyê û 60 birên avê bo gundan tê dabînkirin.

Herwisa berpirsên rejîmê idia kirine ku ava bendava Xazanê arsênîk heye û nabe mifahê jê verbigrin lê ti basek li derheq wî xercê gelek zêde nakin ku bo çêkirina wê bendavê bi heder dane.

Rejîma Îranê dixwaze bendava “Elend”ê li geliyê “Cehnem Derê” çê bike û idia dike ku bo çareserkirina pirsgirêka ava Xoyê ye.

Pirsgirêka çendîn sale ya bê aviyê li Xoyê û deverên girêdayê wî bajarî renge bibe sedema koçberbûna beşek zêde ji xelkê wê deverê.