Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka firedana ziblên nexweşxaneyan li devera “Serav Qemer” a Kirmaşanê hêj nehatiye çareserkirin

12:14 - 10 Hezîran 2021

Kombûna ziblên nexweşxane û paşmawên wan li cihê geştiyarî ya devera “Serav Qemer” a Kirmaşanê pirsgirêkeke micid bo xelkê afirandiye.

Eva di halekê de ye ku midehek berî niha Yawerî Birêveberê Giştî yê Parastina Jîngehê yê parêzgeha Kirmaşanê îdia kiribû, ciheke taybet bo veşartina wan paşmawên zibalan hatiye diyarîkirin.

Lê heta niha jî, cihek wisa bo paşmawên nexweşxaneya Kirmaşanê nehatiye dîtin û ew paşmawên gemar li cihê geştiyarî ya “Serav Qemer”ê fire didin û eva jî gefek micid e li ser tendirustiya xelkê wê deverê.

Ev ziblên gemar netenê nexweşiyan li pey xwe tîne, belkî dibe sedema pîsbûna jîngehê û di paşerojê de hem axê pîs dike û hem jî avên binredî û sererdê pîs dike û gefek e li ser tendirustiya civatgehê.

Serav Qemer, ciheke geştiyarî ye û li vir baxçên êmîş hene, lê niha bûye cihê firedana ziblên nexweşxaneyan.