Mifahvergrin ji dermanên ne-standard li Îranê bo berhemên werzêriyê bûye sedem ku ew berhemane ji aliyê çendîn welatan ve bo Îranê bêne zivirandin, lê ew pirsgirêk 30 sal e ku heye û hêj nehatiye çareserkirin.
Roja Înê 7ê Kanûna Paşîn, endamê Heyeta Nûneran yê Oda Bazirganiya Tehranê “Ehmedriza Ferşçiyan” tevî îşarekirin bi vê yekê ku pirsgirêka mana dermanan li ser berhemên werzêriyên Îranê hêj nehatiye çareserkirinê got: “Ew pirsgirêk mijarek nû nîne û 30 sal e ku welatên Ewropayê bi sedema manna dermanan li ser berhemên werzêriyê, berhemên werzêriyên Îranê nakirin”.
Herwisa navbirî gotiye: “ew pirsgirêk bûye sedem ku me mezintirîn bazara cihanê ya berhemên werzêriyê ji dest bidin”.
Pêka marên rejîmê, di 9 mehên destpêkiya îsal de ticareta berhemên werzêriyên Îranê 3 milyard û 840 milyon Dolar bûye ku ew rêje di sala derbasbûyî de 4 milyard û 500 milyon dolar bû ku dide xuya îsal li beranber sala par, ew ticaret %15 kêmtir bûye.