Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “40 sal xebat li pêxema Azadiyê” Dr. Qasimlo, bi zimnê Farsî hetiye wergerandin

16:19 - 29 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Yeketiya Xwedekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê pirtûka “Çil sal xebat li pêxema azadiyê” nivîskar Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi zimanê Farsî wergerandin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ew pirtûka ku bi zimanê Farsî hetiye wergerandin li 280’ê laperan pêk hatiye û kurte basek ji dîroka siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi pênûsa Dr. Qasimlo hetiye nivîsîn.

Pirtûka 40 sal xebat bas ji qunaxa pêş serdema komara Kurdistanê, qunaxa komara Kurdistanê û paş komara Kurdistanê dike.

Her di vê pêywendiyê de malpera Xwedekar bilav kiriye, ew pirtûke bi zimanê Farsî bi awayeke çapî û PDF, roja 2’ê Gulan (12’ê Banemer) roja xwendekarê Kurd dikeve ber destê xwendevaran.