Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Qanûn” ji wergêrana Mamosta Hejar bo cara yazdehem çap û hat bilavkirin

19:06 - 29 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Çapa yazdehem ya pirtûka “Qanûn der tib” ji wergêrandina Ebdolrehman Şerefkendî (Mamosta Hejar) hat bilavkirin.

Pirtûka Qanûn ji nivîsandina “Ebû Elîsîna” ye û Mamosta Hejar ev ji zimanê Erebê ve wergêrande ser zimanê Farsî.
Pirtûka han ji 8 bergan pêkhatiye û nêzîkî 4 hezar rûpel e û naveroka vê pêkhatiye ji nivîsandinên “Ibnê Sina” ku li ser pizîşkî, dermansazî, pilebendiyên nexweşiyan û awayên çareseriyê ye.
Ebdolrehman Şerefkendî, sala 1300’an li bajarê Mehabadê jidayîk bûye û evqas evîndarê ziman û edebyata kurdî bû ku piraniya helbestên hozanvanan ji ber bû.
hewceyê gotinê ye ku yekem berhema Şêira Mamosta Hejar bi navê “Alekok”e ku wergêrandine ser zimanê Azerî jî.
Em dikarin amaje bi Beşek ji berhemên Mamosta Hejar bikîn, wek:
Dîwana şêira kurdistan
Şerh û raveya dîwana Melay Cizîrî
Wergêrandina pirtûka yasayê pizişkî yê Ibinê sîna bo ser zimanê Farsî
Ferhenga Henbaneborîne
Çêştî micêwir
Çwarînekanî Xeyam
Wergêrandina çend berhemên Elî Şerî’etî ji Farsî bi kurdî
Wergêrandina Qoran bo ser zimanê kurdî
Wergêrandina şerefnameya Şerefxanê Bitlîsî ji Farsî bo Kurdî