Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûkên Kurdî bo zarokan wekî xelatê Newrozê li bajarê Bokanê têne belavkirin

12:49 - 2 Adar 2022

Di bajarê Bokanê de bi hewla çend mamostayên dilsoz, bo pêşewazîkirin li Newrozê, pirtûkên Kurdî bo zarokan çap û belav dikin.

Ew pirtûkane ku helbestên çendîn helbestvanên Kurd li xwe girtine, wekî xelata Newrozê di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de belav dibin û bê beranber pêşkîşî zarokên Kurd dikin.

Çapkirina wan pirtûkan ji aliyê mamosta “B.M.” û mamosta “S.N.” ve hatine encamdan û armanc jî wî karî xizmet bi zimanê Kurdî, rêzgirtin li helbestvanên Kurd û xizmet bi zarokên Kurdistanê ye.