![](/weney-mallperr/4241.jpg)
Kurdistanmedia: Li bajar û deverên Deştebêl û geliyê Qasimlo, Merîwan û Bokanê endaman û alîgirên Partiya Demokrat a kurdistana Îranê seba roja 10’ê Xekelêwe (30’ê Adar) çalakiyên teblîqî hat kirin.
Li gor malpera Kurdistanmedia, li gundên Sîfî a hewraz û Sîfî a nişîv a ser bi devera Xavmîrava bajarê Merîwanê çalakiyên teblîqî birêve çû.
Ev her du gundene tirakên pêywendîdar bi vê hincetê hat bilav kirin û li gundê Sîfî a nişîv alaya Kurdistanê hat bilind kirin.
Bokan
Li bajarê Bokanê endam û tekuşerên PDK Îranê bi bilav kirina tirak û nivîsîna deruşma rêzgirtin li roja şehîdên Kurdistanê hat girtin.
Ev çalakiyene li taxên mizgefta Mihemedî, şehreka Tewhîd, Hemzava û Gulşen birêve çûbû û herweha hejmarek faylên dengê “40 sal xebat li pêxema azadiyê de” li van cihane hat bilav kirin.
Li gundên Qergol, Muşîrava û Îbrahîmava yê xelkê serdana goristanê kirin û hevdem li gundê Qergol çepke gol li ser mezarê şehîdan danîn.
Ji aliye din ve li deverên Dula Deştebêl û Geliyê Qasimlo û Mirgewer ser bi bajarê Urmiyê karên teblîqî kirine û hevdem deruşma nivîsîn û tirakên şehîdên Kurdistanê hat bilav kirin.
Ev hicên ku çalakiyên teblîqî hatiye kirin:
Berde Keşk li herêma Dûlê – Siyawan li devera Deşte Bêla Kanî Sipî – Kokê û Eyne Ruma Sîlan – Zêwe û gerdewan û Rezgewa Rajanê.