Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya xwendekarên Herêma Kurdistanê li Mehabadê

21:04 - 9 Gulan 2015

Kurdistan Media: Beşek li xwendekar û çalakvanên sivîl yên bajarê Soran ê ser bi parêzgeha Hewlêrê,bi mebesta piştevanî kirin li xelkên bajarê Mehabadê û şerimzarkirina mirina biguman a Ferînaz xosrewanî, xwenîşandadek lidarxisitin.


Li gor rapora malpera Kurdistan Media, serêsibeya îro 19`ê gulanê, xwandekar û beşek ji çalakvanên medenî yên bajarokê Soran li meydana Pêşmerge ya bajarê Hewlêrê kombon û piştevaniya xwe li xelkê Mehabadê re ragehandin.

Yek ji beşdarkerên wê xwenîşandanê malpera Kurdistan media re ragehand: Gel di wê xwenîşandanê de bi diroşma “Mehabad tenê nîne”, û bi bilinkirina wêne yên rêberanî kurd, Pêşewa Qazî mihemed, Dr. Qasimlo hevderdî ya xwe bi xelkê Kurdistana rojhilat re nîşan dan.

Wî beşdabûyî da zanîn ku ew xwenîşandane di meydana Pêşmerge despêkir û di meydana Navbazarê dawî pêhat.

Roja Înê 8`ê gulanê piştî çalakiyên nerazîbûnê li bajarê Mehabadê, bi mebesta şermzakirina mirina bi guman a Ferînaz xosrewanî, hemwelatiyan li bajarê Solêmanî, Amed û Batman jî di xwenîşandanekî de piştewaniya xwe ji xelkên Bajarê Mehabadê re nîşan dan.