Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 10 rojan ji berdewamiya xwenîşandana xelkê Xûzistanê, li çendî bajarên dinê ye Îranê dengê piştewaniyê hate bihîstin

12:50 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2021

Xelkê çendîn bajar û parêzgehên dinêye Îranê bi armanca piştewanî ji dengê şoreş û nerizayetiya xelkê Xûzistanê, rijiyane ser şeqaman û dest kirne xwenîşandanê û diruşmên bi dijî rejîmê.

Êvariya roja Şemiyê 24ê Tîrmeha 2021 an, hezaran kes ji xelkê bajarên Tewrêz, Merend, Erdebîl, Kerec, Bêcnûrd, Zencan, bi nîşana piştewanî ji dengê nerizayetiya Xûzistanê, derkevtne ser qada şeqaman û xwenîşandan kirin û diruşm dan.

Parek ji diruşmên xelkê Tewrêzê ew bûn: “Azerbaycan hişyare, piştewanê Xuzistanê ye” “Ne şahçîme ne şêxçî, netewî me netewî” “ Azadî wek hevî, hikûmeta netewan” û gelek diruşmên dinêye wek neman bo dîktator, neman bo komara îslamî, neman bo Xamineyî .

Hevdem rejîmê bi armanca çavtirsanin û jev belawkirina xelkê êrîş kirne ser xwenîşanderan ku di encamê de li çendîn cihan û bitaybetî li tewrêzê şer û pevçun di navbera xelkê û hêzên tepeserkar de hate pêş.

Hêzên rejîmê bi gaza rondikîner, batuman û êrîşa bi Matorsîklêtan, bo ser xelkê nekarîn nerizayetiya xelkê jev belav bikin. Herwisa li Tewrêzê bona çavtirsandina xelkê û herwisa hilgirtina Fîlman, rejîmê Helîkoptêr bikar anîn.

Rejîmê demûdest digel xwenîşandana Tewrêzê û bajarên dinê, Hêla Înternêtê qut kir daku hem peywendiya xelkê bajarên serhildayî digel bajar û nawçên dinê ye Îranê qut bike, hem xelk nekarin Vîdeo û dîmenên xwenîşandanê bigehînine media û ragihandinên derveyî welat.

Gorî zaniyariyan li seranserî Îranê rejêmê ji tirsê serhildana xelkê, rewşekî tewaw ewlehî û polîsî pêkaniye û bitaybetî li herêmên netewên bê mafe wek Kurdistan, belûçistan, Xurasan, Azerbaycanê de di nava bajaran de hêzên tepeserkar danane û berdewam pê Matorsîklêtan digerin û zêrevaniya xelkê dikin.

Hevdem digel geheştina nûçeya xwenîşandana xelkê bajarên dinê bi Xuzistanê, bû sedema dilgermî û mukumbûna gelê Erebê Ehwazê û bû sedem ku li ser daxwaz û xwenîşandana xwe rijd bibin.