Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 38 Salan Kemal Burkay Çû Welatê Xwe

21:52 - 27 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Serokê giştî yê Partîya Maf û Azadîyan Kemal piştî 38 salan çû memleketê xwe.

Rêzdar Burkay bi mebesta vekirina teşkîlata bajêr ya partiya xwe çû Dersîmê û ji aliyê Dersimiyan ve bi awayekî germ hat pêşwazî kirin.Burkay li kolana Dersîmê çû serdana esnaf û hemwelatiyan.

Piştre jî Seyît Riza ku di sala 1938an de hat darvekirin,li peykera wî çelenk danî û axaftinek kir.

Kemal Burkay wiha got:Di heyamek de ez ji ber zordariyê welatê xwe terîkandim.Lê di navbera vê heyam û heyama niha de gelek tişt hatiye guherandin.Ez gelek hestyarim.Piştî 38 salan dîsa hatim li vir.Navendê Dersîmê pir guheriye.Min mezinahiyê dît.Li vir girseyek zindî heye.Min mirovên berê jî dît,ez gelek bandordar bûm.Lê mixabin min hin kesan jî nedît.

Kemal Burkay di sala 1937\'an de li Dêrsimê, qeza Mêzgirê, gundê Dirban ji dayîk bûye.

Kemal Burkay Serokê Partîya Maf û Azadîyan piştî 31 salan hatibû  tirkiyeyê.

Siyasetmedar helbestvan û siyasetmedarê kurd Burkay çendîn pirtûk li ser kurd û Kurdistan û navdêrên Kurd û li ser meselêm din û helbest bi Turkî û Kurdî nivîsandiye.
Rêzdar Burkay 4’ê Çiriya Paşîn a 2012’an, bûye serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK- PAR).