Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 45 rojan li girtina biraiyên Kurdpûr, malbata wan karî serdana Mes’ud û Xusro bikin

14:07 - 23 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Malbata Mes’ud û Xusro Kurdpûr piştî derbas bûna 45 rojan li girtina wan her du rojnamevanane, karîn li girtîgeha Îttlata sipaha Urmiyê serdana wan bikin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hevsera Xusro û herweha xuşka biriyên Kurdpûr roja duşem 22’ê Nîsan a 2013’an, karîn li jêr çavedêrî û kuterola hêzên îdareya Îttlatê, biraiyên Kurdpûr li girtîgeha îdareya Îttlata sipaha Urmiyê bo 10 heya 15 deqîqan bibînin.

Her di vê pêywendiyê de Kemal Husênî rojnamevan û alîkarê ajansa Mukriyan serbarî piştrast kirina vê nûçeyê bi Kurdistanmedia ragehand, hêzên îttlata sipahê îzna bi hevser û xuşka Kurdpûrdan nedawe gel hev yektir bibîbin, lê ew dîtine cûda cûda bûye.

Xêzan û xuşka her du rojnamevanên han karîne cara yekem li gel Xusro çavpêkevtin bikin û paşan dîtin li gel Mes’ud kirine.

Birayên Kurdpûr berwar 8 û 9’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îttilatî a rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabedê hatin girtin û paşî derbas bûna pitir li sê heftî li ragirtina Mes’ûd û Xusro Kurdpûr li girtîgeha îdareya bajarê Mihabadê, bo îdareya îttlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.

Paşî pitir ji 3 rojan li girtina ew her du rojnamevanane, 11’ê Adara 2013’an, heyamê girtina (Qererê Bazdaşt)a Mes’ûd û Xusro Kurdpûr du rojnamevanê Kurd, ji aliyê dezgeha dadweriya rejîma Îslamiya Îranê ve mehek din hat dirêj kirin.