Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî derbasbûna 14 salan bi tenê %21 ji pirojeya petrokîmyaya “Dêhdeşt”ê hatiye avakirin

11:57 - 16 Adar 2022

Petrokîmyaya “Dêheşt”ê li parêzgeha “Kohgîlûye û boyirehmed”ê piştî derbasbûna 14 salan bi tenê %21 ji wê pirojeyê hatiye avedankirin.

Pirojeya Petrokîmiyaya li bajarê “Dêhdeşt”ê li parêzgeha “Kohgîlûye û boyirehmed”ê ji sala 1384an ve biriyara avakirina wê ji aliyê heyetên rejîma Îranê ve hatibû danê ku digel komek ji pirojeyên din li jêr navê  “Dina” yê vê hatiye navdêrkirin ku bi îdiaya rejîmê bo berhemanîna madeya xava “Polîetlên”ê û herwisa çêkirina derfeta kar bo 350 heta 500 kesan bûye.

Piştî derbasbûna 14 salan bi tenê %21 ji wê pirojeyê hatiye avakirin û ji sala 1386an heta 1394an bi tenê ximek hebûye û eva bûye sedema xwenîşandana nerizayetiya xelkê wê derverê.

Cêhgirê Aborî yê Parêzgeha “Kohgîlûye û boyirehmed”ê “Ehsan Eskerî” gotiye ku heta niha 6 hezar milyard Riyal di vê pirojeyê de hatiye xeric kirin. eva di halekê deye ku bi tenê %21 ji wê pirojeyê hatiye çêkirin.

Hêjayê baskirinêye ku bo wê pirojeya binîvekarmayî, erdek 102 hiktarî li devera “Kelaçû” yê girêdayî bi bajarê “Dêhdeşt”ê hatiye zewitkirin.