Ev heyama 9 rojane ku li ser wunda bûna sê kolberên Kurd ên xelkê gundê “Bawa”a li devera Mirgewera girêdayî bajarê Urmiyê de derbaz dibe, û heta niha jî ti agahiyek derheq zelalbûna çarenivîsa wan dest neketiye.
Roja Pêncşemî 23`ê Befranbarê, li geliyê Bênarê di dema zivirîn ji Turkiye , bi sedema barîna befrê û rabûna bageyê, wan her sê kolberên Kurd, rêya xwe wunda kiribûn û heta vê demê çarenivîsa wan nexuyaye.
pêka çavkaniyên agehdar û gotinên xelkê devera “Mirgewer” heta niha ti zaniyariyek li derheq qedera wan ji berdest tuneye, û mixabin heta vê demê, lêgerîna xelkê deverê bê encam bûye.
Mixabin ev heyama 9 rojane ku Xelkê dervera “Mirgewer” di vê demsala sar a zivistanê de, li seranserê çiya û geliyê “Bênar”ê, bi destên betal û bi bê ti alav û tiromibîlên kêrhatî û pêşkevtî, û herwisa alîkariyên navendên girêdayî rejîmê, bona zelalbona çarenivîsa wan sê kolberên Kurd, di hewldanan de ne.
Her di vê derheqê de, “Nisa Mihemmedî” xelkê gundê “Bawa” ,bi resmandina wêneyên wan Kolberan, çalakiyek lidar xistiye û bi vî awayî, hevxemiya xwe nîşanî malbatên wan sê kolberan daye û spasiya xelkê dervera “Mirgewer” jî kiriye ku, di heyama wan çend rojan de bi berdewamî li seranserê navçeyê de, mijûlî lêgerînê bûne.