Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî êrişa pêşnivêjê bajarê Pawê, du çalakên koltorî û Çandî yê wî bajarî hatin girtin

13:08 - 7 Adar 2013

Kurdistanmedia: Du çalakvanên koltorî û çandî li bajarê Pawê paş karvedan û bêhirmetiya Mela Qadir Qadirî pêşnivêjê Pawê bi çalakvanên koltor, ji aliyê hêzên Îttlatî hatin girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî du çalakvanên ferhengî û çandî yê bajarê “Pawê” ji aliyê Îdareya Îttlata bajarê Pawê hatin gazî kirin û binçavkirin.
Ev du çalakvanên ferhengî bi tawana bêhurmetî bi pêşnivêjê bajarê Pawê ku nûnerê “Weliyê Feqîh”e hetine girtin.
Bi gotina hin kesên agahdar, rewşa saxlemiya Kêyhan Ezîzî li girtîgeha îdareya Îttlatê xirab bûye û seba vê yekê jibo girtîgeha bajarê Pawê hatiye şandin.
Roja 15’ê Çileya Paşîn a 2013’an, li rê û resma serxweşiya Îmam Elî Rehmanî kesayetiyê naskirî ê devera Hewraman, hejimarek ji çalakvanên koltorî û çandî yên bajarê Pawê gotarek li jêr navê “Peyvek bo serxweşiyê” nivîsandibûn û di rê û resmê de xwandin.
Her di vê pêywendiyê de mela Qadir Qadirî li dema çuna rê û resma serxweşiya kesayetiyê navbirî, peyama wan çalakvanan bi dijî ol û qeşmerî li qelem da.

3923.jpg


Pêşnivêjê Pawê serbarî bêhurmetî kirin bi peyamê, gotiye: hevceye zext û givaş bêxine ser çalakvanên koltorî û ev kesên ku ev peyame nivîsandine û bi tundî lêpirsînê ji wan bihê kirin.
Piştî wan axaftinên mela Qadir, du kes bi navê Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî, endamê encumena koltorî – çandî ya bajarê Pawê di vê rê û resmê de karwedan bi bêhirmetiiyên Mela Qadir Qadirî nîşan dabûn.