Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî kuştîna çekdarekî Sipaha Pasdaran li devera Selasê, hejmarek welatî hatin girtin

17:07 - 8 Îlon 2013

Kurdistanmerdia:Hejmarek hevmwelatiyên sivîl û kolbêrên Kurd piştî kuştin û birîndar bûna du endamên Sipaha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê hatin destbiser kirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva şemî 7’ê Îliona 2013’an, hejmarek hevwelatiyên sivîl û kolber ji aliyê hêzên ser bi bingeha “Şêx Sile” li devera Selasê hatin girtin.
Ceifer Remezanî, Salar Xudamuradî, Ednan Baramî, Omer Baramî û Celîl Muradînavê navê ew kesên ku ji aliyê hêzên rejîm ve hatine girtin.
Bi gotina akinciyê wê deverê, rejîma Îslamiya Îranê ew kesên ku hejmara wan kesane nêzîk bi 30 kesan dibe ku bi sedemekî nediyar destbiser kirine.
Sebêdeya roja şemî berwar 7’ê Îlona 2013’an, pevçûnek di navbera kolberan û hêzên Sipaha Pasdaran û bingeha hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li devera Selasê hate gorê û hêzên rejîm xwastine dest bi ser kelupelên wan kolberane bigrin.

Bi gotina çavkaniya hayîdar kolberekî Kurd jî di encama wê êrîşê de hatiye birîndar kirin.

Li gor amara hatî tomarkirin ji nawenda amara malepera Kurdistanmedia, li destpêka meha Xermanan a 1392’an a Rojî heya niha 7 kolber û kasibkar bi qulleyên raste rastên hêzên rejîma Îslamiya Îranê bûne qurbanî.
Li koma giştî a wê rêjêyê de 2 kes hatine kuştin û 5 kes jî hatine birîndarkirin.
Ev amare ji nawenda amarên kurdistanmedia ve hatiye piştrast kirin û veşandin û belke amara rasterast li vê jî zêdetir be.