Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî kuştina du welatiyên devera Selasa Bawecanî, rewşa vê deverê hatiye ewlehîkirin

15:42 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Piştî kuştin du hevwelatiyên devera Selasa Bawecanî ji aliyê hêzên leşkariyên rejîma Îranê, niha rewşa deverê hatiye ewlehîkirin.

Li gor nûçeya malpera kurdistanmedia, roja çarşemî 3’ê Tîrmeha 2013’an, hêzên ser sînor (Hengê Merzî) û pasigeha Ezgele bi bê sebeb tirombêla welatiyekî Kurd bi nvaê “Nazar Murdî” dane ber guleyan û di encam de hat kuştin û kesek din jî tevî Nazar bûye ku ji aliyê wan hêzane ve dane ber kutan û lêdanê.

Her divê pêwendiyê de xelkekî zaf bi hinceta dûrdeçûna ew karê hêzên rejîm bo pasigeha Ezgele rêkevtibûn û lê hêzên rejîmê batî bersivdan bi xastekên xelkê teqe bi xelkê kirin.

Ew teqekirina bûye sebeb ku sê hevwelatî bi navên Osman Babayî, Celal û Rizgar Muradî bên birîndarkirina û her li cih de Osman canê xwe ji dest dide. Devera Selasa Bawecanî bi tevahî hatiye ewlehîkirin û xelkê deverê ji vî rewşa ku ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê hatiye ewlehîkirin wêzar bûne.