
Piştî kuştina Zanayê Etomî ê rejîma Îranê, givaşên rejîmê bo ser xelkê Kurdistanê zêde bûye û bi dehan kes hatine binçanvkirin û rewşek ewlehiyeke tund xistine ser hin ji bajaran de.
Li Kurdistanê piştî kuştina “Muhsên Fexirîzade” Zanayê Etomî yê rejîma Îranê bi taybet li wan bajarên ku digel Başûrê Kurdistanê hevsînor in wekî Merîwan û Bane, xelkekê zêde hatine binçavkirin yan jî bo îdareya Îtilaatê hatine gazîkirin.
Ew kesên ku hatine binçavkirin pirraniyan wan ew kes in ku xizim û kesûkarên wan li Başûrê Kurdiastanê ne yan jî digel xelkê Başûrê Kurdistanê di pêwendiyan de ne û rejîmê jî dibêje wan ku xelkê Başûrê terorîst in û di kuştin “Qasim Silêmanî” û “Muhsên Fexirîzade” de dest hebûne.
Hejmarek zêde ji wan kesan çendîn car hatine gazîkirin, û ji aliyê Îtilaatê ve mobaylên wan ji wan hatine standin û malên wan vedikolin û hin ji wan nêzî çendîn rojan di girtîgehê de radgirtine.
Pêka nûçeya ku gehiştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê çend roj e ku li bajarê Seqizê jî rewişa wî bajarî bi tewawî ewlehî ye û hêzên ewlehî bal bi ser bajarê de kişandine û rêyên serek yên wî bajarî xistine jêr çavedêriya xwe û pêşî ji hatina her maşînekê bo nav bajarê Seqizê digrin û bi hûrî wan maşînan vedikolin.
Herwisa di pirraniya cihên bajarê Seqizê de yên wek nexwşxaneyan hêzên rejîmê belav bûne û bajar bi tewawî hatiye mîlîtalîzekirin.
Rewşa wan bajaran bi awayekî gelek tund ewlehî kirine ku ew yek bûye sedema bêzarbûna xelkê wan bajaran û hatiye gotin ku ti car rewşa wan bajaran wisa nehatibû kirin.
Welatiyên wan bajaran basa ji wê yekê kirine ku roja 16ê Sermawezê, di çendîn cihên nav wan bajaran de û bi taybet di dawiya bajar de seytere danane û xelkê vedikolin.
Herwisa hatiye gotin ku hêzên ewlehî bi kincên şexisî radivestin û hejmara maşînên wan sor in.
Rejîm di rewşa niha de ku hêz û otorîteyê bi ser welatên zilhêz de nîne toleya xwe li xelkê sivîl yên bajarên Kurdstanê hildide.