Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî tewaw bûna hilbijartinan, sê Kurd bi guleyên hêzên rejîm bûne qurbanî

22:15 - 20 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Sê hevwelatiyên sivîl xelkê Serdeştê ji aliyê hêzên întizamiyên rejîma Îranê ve dane ber guleyan û di encam de kesek hat kuştin û 2 kes jî hatin birîndarkirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja çarşemî 19\'ê Hezîran a 2013\'an de sê welatiyên Kurd ku bi tirobêla xwe di dema derbas bûna cihek bi navê Berde Eskender di navbera gunên Golêne û Şelmaşê de li devera Serdeştê bûn, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve dane ber guleyan.
Di encama wî destdirêjiyê de hemwelatiyek bi navê Peyîman kurê Ehmede Sûr û xelkê gundê Zûran canê xwe ji dest da û du kesên din bi navê Celal kurê Sale û xelkê gundê Xirê Axel û Osman kurê hosta Xidir akinciyên Serdeştê hatin birîndarkirin.
Ev du hevwelatiyên birîndar bo nexweşxaneyekî bajarê Serdeştê birin.
Bi gotina şahîdan, hêzên întizamî bi heceta kelupelên qaçax teqe ji wan Kurdane kiriye ku di demekê de tu kelupelek tunebûne.
Hemwelatiyekî bajarê Serdeştê bi malpera Kurdistanmedia yê ragehand, rejîma Îranê bi cihê evê ku rifah û xweşiyê, mirin bo xelkê Kurd diyarî aniye û eva jî got, hilbijartin tewaw bû û kuştina xelkê Kurd jî dest pêkir.