Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî trajîdiya Metropola Abadanê, berpirsên peywendîdar bersiva xisarên berketî nadin

12:27 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2022

Beşek ji malbatên qurbaniyên trajîdiya Metropol a Abadanê gotine ku dema serdana navend û îdareyan dikin, berpirs ti îşareyekê bi dana pereyê qerebûkirinê û şêwaza qerebûkirina wan xisaran nakin.

Berpirsên peywendîdar ên qerebûkirina xisarên trajîdiya Metropola Abadanê ti bersivek serast li derheq şêwaza qerebûkirina xisaran nadin û heta beşek ji karmendên “Ofîsa Lipeyketin”ê gotine ku bi sedema ewlehîbûna dosyeyê, heta nikarin navê parêzerê vê dosyeyê jî eşkere bikin.

Bi sedema gendeliya sîstematîk û beşdarbûna berpirsan di gendeliyan de, dosyeyên weke trajîdiya Metropolê di bin navê ewlehîbûnê de tên perdepoşkirin û berpirsên peywendîdar ku bi awayekî beşdarê wan gendeliyan in, bersiva xelkê nadin û her carê bi hincetekê xwe ji dana bersiva serast diparêzin.

Piştî trajîdiya Metropola Abadanê, xisarberketiyan gazince kirine ku êdî berpirs serdana wan nakin û ti xizmetguzariyek bo wan nayê encam dan.