Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 100 ser hespên barhilgir yên kolberan li Pîranşehrê hatin zewt kirin

21:08 - 3 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Zewtkirina mal û milkên hemwelatiyên gundekî Pîranşehrê ji aliya hêzên rejîma Îranê ve narizayetiya hevwelatiyan çêbû.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê cihgîr li “Pasgeha Çiyane” roja Înê bervara 2’ê Gulan a 2014’an, êrîş kirine ser gundê “Girdeşeytan”ê û pitir ji 100 ser hespên barhilgir yên kolberan û hemwelatiyan dest biser de girtin.

Hêzên Întizamî yên rejîm bi bê muhleta yasayî, mal û milkên welatiyên wî gundî lêgerîn kirine û dest biser milkên xelkê girtine.

Hevwelatiyên gundê Girdeşeytan paş êrîşa rejîm û pelamardana saman û dahata wan ji aliyê hêzên Întizamî ve, çûne ber deriyê bargehê û narizahetiya xwe li hember zewtkirina birhilgirên wan derbirîne û daxwaza hespên xwe kirine.