Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 11 hezar zarok di kirîza Sûriyê de hatine kuştin

14:19 - 25 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Girupa lêkolîna Aksfurd ya Birîtanyayê ragihand, li destpêka şer û pevçûn di Sûriyê de pitir ji 11 hezar zarok hatine kuştin.

Girupa Aksfurd ya Birîtanyayê di daxuyaniyekê de ragihand: Di destpêka kirîza Sûriyê de 11 hezar zarok hatine kuştin ku di navbera her 10 zarokan de 7 bi gulle, bombebaran û mûşekbaranê hatine kuştin.
Herwuha di vê raporê de hat zanîn ku nêzîk 400 zarok bi destdirêjiya gulleyan hatine kuştin û 800 zarokên din jî di derdûra welatê Sûriyê hatine dardekirin.
Her di vê pêwendiyê de, şer û pevçûna dihinê di navbera rejîma Beşar Esed û muxalifan de 98 kes hatin kuştin.
Di navbera wan 98 kesane de ku hatine kuştin 10 jin û 9 zarok jî ber çav dikevin.
Şer û pevçûna Sûriyê ku ewa nêzîkê 3 sale dom dike, li gor daxuyaniyên ku piştre hatine bilavkirin ji aliyê zasiya NY, nêzîkê 120 hezar kes heya niha hatine kuştin.