Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 120 hezar penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê

22:02 - 1 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe û heya niha zêdeyî 125 hezar kes hatine herêmê û li hersê Parêzgeh wek Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê akirincî bûne.

Berpirsa ofîsa Hewlêrê ya rêxistina penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Buşra Halîputa ragihand, heya niha 128 hezar penaberên sûrî li Iraqê ne, ku dora 122 hezaran ji wan li Herêma Kurdistanê ne û ji wê hejmarê jî 35 hezar li Kempa Domîz in li parêzgeha Dihokê, li Hewlêrê jî hejmara penaberên ji Rojavayê Kurdistanê gihiştiye 28 hezar kesan.

Her di vê pêywendiyê de “Buşra Halîputa” malpera Rudawê re ragehandiye, kempa Domîz pernaberekî yek car zaf ketiyê de û qerebalixe û fîşareke mezin li ser heye, lewma bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê me biryara avakirina du kempan daye, Yek ji van kempan li bajarê Hewlêrê tê vekirin, li Dareşekran ya li nêzîkî qezaya Xebat û kempa din jî li bajarê Silêmaniyê, li navçeya Barîke tê vekirin.

Berpirsê ragihandina ofîsa UNHCR li Hewlêrê, Jeremy Serînî, ji Rûdawê re got ku pêdiviya wan bi 60 milyon Dolarê din heye, da ku bikarin hevkarî û pêdiviyên penaberên ji Sûriyê misoger bikin.

Nûnerê UNHCR li Îraqê di daxuyaniyekê de ragehand, bi damezrandina wan du kempane kêmasiyên penaberên Sûriyê misoger nabe, li gor zanyariyên UNHCR, niha rojane 800-1000 penaber ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.