Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 200 ser pezên welatiyekî Pîranşerê dest bi ser de hat girtin

22:33 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Hêzên ser sînor “Hengê Merzî”ên rejîma Îslamiya Îranê li Pîranşehrê dest bi ser pitir ji 200 ser pezên welatiyekî devera Pîranşehrê zewt kirin.


Hemwelatiyekî Kurd li devera sînoriyên bajarê Pîranşehrê ajelên xwe bi hinceta çerandin biriye bilindahiya deverê û di encam de hêzên rejîm dest bi ser wan pezane digire.
Divê pêwendiyê de malpera Kurd Peyam bilavkir, ew ajelane 219 ser bûne û hêzên ser sînor bi heceta qaçaxiy ajelan dest bi ser wan bezane digire.
Heyam bi heyam hêzên rejîma Îranê bi hinceta birina ajel bo Herêma Kurdistanê dest bi ser pez û terşên hevwelatiyên Kurd digire û paşan tu bersivek bi wan welatiyane nahê dan.
Çend rojek berî niha hêzên rejîm dest bi ser hejmarekî berçav ji pezên devera bajarê Urmiyê girtbû û ser hemûyan birîbûn.
Hêzên rejîma Îslamiya Îranê hereşe li hevwelatiyan dikin li egera serpîçî kirin li çerandina ajelan li sînorê gundê cîran, ajelên wan zewt dikin û sûça qaçaxiya ajelan didin pal wan.