Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 30 rojane tû zanyariyek li ser rewşa birayên Kurdpûr li berdest niye

16:07 - 10 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Paş derbas bûna 34 rojan li girtina Mes’ûd û Xusro Kurdpûr du rojnemevanê Kurd, hêşta çarenivîsa wan ji aliyê nawenda ewlehî û daweriyên rejîma Îslamî a Îranê nehatiye diyar kirin.
Birayên Kurdpûr berwar 8 û 9’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îttlatîrejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabedê hatin girtin û paşî derbas bûna pitir li sê heftî li argirtina Mes’ûd û Xusro Kurdpûr li girtîgeha îdareya bajarê Mihabadê, bo îdareya îttlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.
Destbiserkirina du çalakvanên mafê mirov li demekê de ye ku çend roj paşê girtina wan, parêzvanê wan bi hinceta agahdarbûna rewş û dîtinek li gel Xusro û Mes’ûd Kurdpûr serdana îdareya Îttlata bajarê Mihabadê kiribû, lê serbarî evê ku hêzên Îttlata rejîm nehêlabûn wan her du rojnamevanane bibîne, vekaletnama van jî lê sitandine.

7026.jpg

Xusro Kurdpûr roja pênçşem 7’ê Adar a 2013’an, serbarî lêgerînkirina mala vî bi tawana çalakvanî ya di warê mafê mirov ji aliyê hêzên îdereya Îttlata bajarê Mihabadê hat girtin.
Her di vê pêywendiyê de rojnamevan û çalakvanê mafê mirov “Mes’ûd Kurdpûr” 9’ê Adar a 2013’an, ji bo lêpirsîna ji dosiyeya birayê xwe “Xusro Kurdpûr” Rêveberê Ajansa Nûçeyhaniya Mukriyan, serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mehabadê kiriye, navbirî jî tê hat girtin.