Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 75 hezar nexwendewar li parêzgeha Urmiyê de heye

20:37 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Birêveberê seqaya perwerde û hînkirinê ragihand, 75 hezar û 600 kes nexwendewar li parêzgeha Urmiyê de heye.
Li gor rapora nûçegehaniya Hirana, “Welî Semerqendî” birêveberê seqaya perwerde û hînkirina Urmiyê da diyar kirin ku nexwendewarî li Urmiyê dom dike û pitir ji 75 hezar nexwendewar di vî parêzghê de heye.
Piştre jî “Elî Baqirzade” berpirsê bizava hînkirina Îranê ragihandibû, parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Urmiye, Kurdistan, Xurasana Bakûr û Kirmanê yek ji wan parêzgehane ne ku pitirîn amara nexwendewariyê bi xwe ve dibîne.
Her weha li gor amara hatî bilav kirin, nîzîk bi 4 milyîon kes ji 68 milyîon kesan de ji zêdeyî 6 sal li Îranê de an nexwendewarin an jî xwediyê xwendina wan li asta nawendî de ye.
Nexwendewarî li parêzgehên Kurdistana Rojhelatê zêde dike û rejîma Îslamiya Îranê tu çareseriyek bo asta jihel çûna nexwendewariyê nekiriye û roj bi roj nexwendewarî li Îranê zêdetir dibe.
Li gor amara bizava NY, Îran li nav 178 welatan de 120’emîn welate ku nexwendewarî tê de heye.
Her divê pêwendiyê de li gor amara bizava Netwên Yekbûyî (NY) li Îranê, 9 milyîon û 800 hezar kes bi giştî nexwendeware, pitir ji 10 milyîo kes xwdiyê xwandina destpêkî ne û nîzîkê 22 milyîon kes jî xwediyê xwandina nawendî ne.
Şareza û karzanên pisgirikan li ser vê bawerê ne, îmkanatên hevce li seqaya perwerde û hînkirinê, weke nûjen nekirina pirtûkên dersî û her weha hatina xwarê a setiha ilmaniya mamostayan û tevî astengiyên abûriya wan, kêmreng bûna cihê xwandina baş û hember vê, girîngî dan bi madiyat û habûna dirav û dahat, yek ji sebebên serekî ên terka xwandinê ne.