Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji Hezar kes ji kadrên dermanî tenê di parêzgehekî Rojhilatê Kurdistanê de, Koronayê ketine

11:11 - 30 Çirriya pêşîn 2020

Di demekê de ku bi sedema Korona yê di Îranê de roj bi rojê hejmara miriyan û tûşbûnê zêdetir dibe, di parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistan de, basê hindê heye ku êdî di çi yek ji nexweşxanên wê parêzgehê de cih nemaye ne tenê Textê nexweşxanê, belkî erdê betal jî dest nakeve ku nesaxan danêne ser petûyekê.

Ger rewş wiha biçe pêş dê gelek dijvarî bo xelkê bêne pêş û dê rewş xirabtir bibe.

Bi hegera zêde bûna nesaxaên pêketiye Koronayê, Pizişk û Perestar û kadrên dermanî bê bêhnwedan bi bê îmkanat dixebitin, gorî zaniyariyan, tenê di Sinê de pitir ji Hezar kadr û perestar û dukturan , Koronayê girtine, û heya niha dehan kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Rojên pir mirin di Îran û Kurdistanê de derbas dibin, tenê di heyamê 24 demjimêrên derbas bûyî de8293 kesên tûşbûyî bi Koronayê hatine naskirin, û 399 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Gorî ragihandina wezareta tendirustiya rejîmê, nêzîk bi hemî Îranê di rewşa Sore koronayê dene.

Di Rojhilatê Kurdistanê de jî Parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristan, di rewşekî gelek dijvar dene û rojan dehan kes canê xwe ji dest didin.

Haydarî têne danê ku di pêşerojê de, rewş dê wêne jî xirabtir be.