Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pizîşkîya Yasayî di nameyekê de amara qurbaniyên meha Xezelwerê eşkere kir

12:44 - 21 Şibat 2020

Eşkerebûna nama bi dizî ve a Pizîşkiya Yasayî ya rejîmê bo Dezgeha Dadwerî ya rejîmê li derheq kuştiyên xwenîşandana meha Xezelwerê di Îranê de.

Eve heyamê 3 mehan e li ser kuştar û tepeseriya bê rehmane a xwenîşandana xelkê Îranê re derbas dibe, ku li heyamê çend rojan de, hêzên rejîmê bi biryara Xamineyî hezaran kes bi awayekî hovane kuştin û hezaran kes biçav kirin, heya niha jî rejîm amade nebûye amara qurbaniyan bi awayê fermî rabigihîne.

Pêka hinek raporên nefermî ku texmîn hatibû lêdan, renge heya 1500 kesî hatibe kuştin.

Rêjîmê gelek baş dizanî ku komkujî û tepeseriya bi xwîn a meha Xezelwerê hinde mezin û hovane bûye, ku hekî xelk bizane, dê cîhanê de deng bide.

Niha nameyeke bi dizî ve ya Pizîşkiya Yasayî ya rejîmê bo Îbrahîm Re`îsî Serokê Dezgeha Dad a rejîmê li ser torên civakî dest bi dest dibe ku faci`eya meha Xezelwerê bi xwîn dide xûyakirin, di parek ji wê name de hatiye: Pitir ji 4811 cinaze di 14 serdxanan de ne, ku pêka biryara Şêvra Bilind a Tenahî ya Netewî a Welat ku dabû zanîn, me îzna dana cinazan bi malbatên wan re nîne. Di wê namê de hatiye ku cinazê 119 kes ji hêzên rejîmê jî di serdxanan de ne.

Pizîşkiya Yasayî di nama xwe de bas ji egera nerizayetiya malbatên kuştiyan dike, ku cinazê piraniya kuştiyan bi hegera xendiqandin, bêserûber kirina laş, derbên qeme û kêran û avêtina ji bînayên bilind re. Lewma nikarin cinazan teslîmî malbatên wan bikin.

Pizîşkiya Yasayî daxwaza îznê ji Dezgeha Dadê dike ku wan cinazan di gorên bikom de weşêrin.