
Kurdistanmedia: Belavoka “Politico” di mijareke xwe de derheqê rol û devra bereya bi nav refomxwaz di Îranê de ji bo domandina temenê rejîma Tehranê, bas ji nemana baweriya vê bandê, di nav xelkê Îranê de kiriye.
Di vê gotarê de hatiye ku: Herçend hindek kes û dibe xelkê Îranê yên ku niha di Amerîkayê de akincî ne jî, li ser vê bawerê bin ku bûyerên vê dawiyê yên di civaka Îranê de diqewmin pîlanên dewleta Amerîkayê ji bo “guhertina rejîmê” bin, lê ketwar (waqi`i) eva ye ku Amerîka kêmtirîn rol di van bûyeran de hebûye, eva ku çêbûye kerb û kîna xelkê hatî lêbadin yê Îranê ye, ku ev nêzîkî bi 40 salan e ji aliyê hikûmetê ve hatine lêbandin.
Rastiya vê ewe ku xelkê nerazî, xelkekî bivêr in ku di meşên nerazîbûnên medenî de li dijî komara Îslamî sekinîne, û ev meşên nerazîbûnan ji ber rewşa niha ya zal bi ser welat de ye, û bêzar bûne, bêzar ji soz û qewlên bê bingeh yên berpirsên rejîmê bi hemû pêhateyên xwe ve.
Li gorî vê nivîsê, ev heyama du dehkan e ku xelkê Îranê hêviya wan bi “reformxwazan” di Îranê de hebûye, û gellek lêkoler û berevankaran jî ev rewş nîqaş kirine, lê dawîn nerazîbûn û siloganên tundrewan bas ji bêbawerbûna xelkê, bi “binajoxwa û reformxwazan” dikin armanc, ku aliyê reformxwaz bi awayê tewaw şikest xwariye, û cih û pêgeha van di nava civaka Îranê de nemaye.
Di beşeke din ya vê babetê de hatiye ku: Xelkê Îranê piştî çendîn sal soz û qewlan ji aliyê reformxwazan ve di Îranê de, digel jinavbirina buha (pîroziyan) û nêzîkbûna bi herifîna aborî û jîngehê rûbirû bûne; Bi navê reformîstan ne tenê di bicihanîna tu yek ji xwastekên xelkê Îranê de serkevtî nebûne, belku rola serekî hebûne di domandina temenê komara Îslamî de, di rastiyê de ev aliya di nav hikûmeta Îranê digel aliyê din yê Îranê bihevre bûne.
Di dawiyê de jî: Serkomariya “Mihemd Xatemî” û “Hesen Rohanî”vê yekê nîşand didin ku reform di nav komara Îslamî de miriye, û devra van dawî pê hatiye.