Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Pompeo” ji Yekîtiya Ewropayê xwest, binke û kesên girêdayê bernameya mûşekî ya rejîma Îranê tehrîm bikin

12:28 - 28 Nîsan 2020

Roja Sêşemî, 28`ê Nîsanê, Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo”, ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku, ew kes û binkeyên ku girêdayê bernameya mûşekî ya rejîma Îranê ne, wan tehrîm bikin.

Herwisa navbirî rojek berê hingê jî tekez kiribû ku Amerîka ti carî bawerî bi gotina rejîma Îranê li derheq îdiaya aştîxwazane ya bernameya mûşekî nekiriye.

Pêka gotina Wezîrê Derve yê Amerîka, ew mûşeke ku rejîmê wekî satelayta leşkerî şandiye, mûşeka balistîk ya parzemîn e û heya niha ti welatek li pey çêkirina mûşekên balistîkî yên parzemîn nebûye, tenê armanc ji çêkirina wê, hilgirtina çeka navikî be.

“Mike pompeo” gotiye ku hemû welatên aştîxwaz, dibe bi hev re, bernameya mûşekên balistîkî ya rejîma Îranê red bikin û pêşî ji berdewambûna “wê bernameya metirsîdar” bigrin.

Spaha Pasdaran a terorîst 3`ê Banemerê, dabû zanîn ku, wan setelayta leşkerî şandiye bo valahiya esman û di valahiya esman de cih girtîye.

Ew setelayte bi navê “Nûr” hatiye nasîn û Spaha Pasdaran a terorîst dibêje ku ew setelayte leşkerî ye û bi mûşeka “Qasid” hatiye şandin.