Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Projeyên bi nîvekarmayî li Luristanê bûne sedema geşenekirina wê parêzgehê

12:53 - 6 Kanûna pêşîn 2021

Di parêzgeha Luristanê de zêdetir ji 2 hezar projeyên bi nîvekarmayî  hene ku ji çendîn sal berî niha ve kar di wan projeyan de hatine rawestandin û bûdceyek gelek zêde bi heder çûye.

Projeya hotela kevirî ji sala 1376an ve rawestiyaye û projeya kompaniya lastîkan ji sala 1393an ve rawestiya ye ku şiyana afirandina kar bo hezar û 200 kesan hebû û dikarî di salê de 600 hezar lastikan berhem bîne lê bi tenê %10a wê projê hatiye encamdan, projeya kompaniya Sîmanê bi dana 3 milyard Tumen wam û 23 milyon EURO wama erzî, bi nîvekarî maye.

Kompaniya pola li Xoremabadê ku her salê 6 hezar ton pola berhem dianî û 240 kedkar têde mijûlê kar bûn ji sala 1396an ve bi tevawî sekiniye û kedkarên wê bêkar mane.

Projeyên bi nîvekarmayî yên parêzgeha Luristanê yek ji sedemên geşenekirina wê parêzgehê ye û di wê parêzgehê de zêdetir ji 2 hezar projeyên bi nîve mayî hene ku tevî rêgirîkirin ji geşeya wê parêzgehê bûdceyek zêde bo avakirina wan projeyan hatibû xerckirin ku bi heder çûye û beşek ji wan bi qasekî kevin bûne ku xelkê parêzgehê bi henkan dibêjin ew bûne şûnwarên dîrokî.