Karnasê aborî yê girêdayê rejîma Îranê “Husên Raxfer” li derheq pêşbînî û lêkolînên hejmarek ji psporan li ser enflasiyona 3 reqemiya îsla gotiye: “Bê şik nirxa enfilasiyonê li îsal bi helsengandin digel sala derbasbûyî, bilindtir dibe û amarên ku navendên hikûmî belav dikin, digel rastiyên jiyana xelkê cudatiyek zêde hene.
Herwisa navbirî gotiye: “Bi balkêşandin li ser rewşê, em dikarin bibêjin ku enflasiyonên ku di dehika 90 a Rojî de li ser aboriya Îranê de bilind bûne, dê berdewam be.
“Raxfer” basa vê yekê kiriye ku di bûdceyê de hatiye ku beşek berçav ji pereyê firotina neftê, bi navendên dewletî û leşkerî re bê dan ku ev yeka, paşhat û karlêkeriya nerênî û giran li ser aboriya Îranê dadinê.
Wî karnasê aborî ev jî gotiye ku di bernameyên dewletê de pêngava bi bandor bo çareserkirin an kêmkirina pirsgirêkên aborî nayê hilgirtin û li ti yek ji bername û pilanên karbidestên rejîmê, ti bandorek li ser baştirkirina rewşa jiyana xelkê tinîne