Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PYDKS ê serdana deftera pêwendiyên PDK Îranê li Hewlêrê kir

15:16 - 6 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Heyetekî Partiya Yeketî ye Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yeketî) bi serperestiya “Mistefa Meşayîx” cêgirê vî partiyê serdana bingeha pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Hewlêr kir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şanda han ji aliyê heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve bi serperestiya cêgirê sekreterê giştî yê PDK Îranê rêzdar “Hesen Şerefî” ve hat pêşwazî kirin.
Di vê hevdîtinê de Şerefî nigeraniya xwe li vê komkujiya ku li Kurdistana Sûriyî ji aliyê El Nesre ve qewimiye û carek din hevxemiya Partiya Demkorat a Kurdistana Îranê pê ragihand.

Piştre basekî siyasî li ser rewşa Kurd bi giştî û helumerca Kurdistan Îranê û parçên din ên Kurdistanê û pêywstî her çendin zûtira xebata neteweyî û têkuşîn bo misoger kirina mafên Kurd li her çar parçên din yên Kurdistanê pêşkeş kir û nêrîn û boçûnên PDK Îranê li ser pirsa neteweyî anî ber bas.

Paşan Mistefa Meşayîx nezer û boçûnên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser pirsa neteweyan bilind nirxand û paşan çendîn meselên pêwendîdar bi pirsa Kurd ve bas kir.