Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasim Keleşî pêşmergê kevnar ê PDKÎ:

15:46 - 9 Hezîran 2013

Rast 30 sal bi ser vê rojê de derbas bû ku fermandariya bajarê Mehabadê di daxuyaniyekê de nûçeya pirr dilêş ya îdama 59 kulîlkên azadiyê, 59 ciwanên leheng ên Mehabadê, bi awayeke berfireh di nav bajarê Mehabadê de, bilavkir.

Li gorî gotina Celayîpûr, ew 59 ciwanên Mehabadê endamên PDKÎ û Komelê bûn û ji bo wan karê siyasî dikirin, lewra hatin girtin û piştre li dadgeha şoreşê ya Tewrêzê de hukmê îdamê ji wan re hatiye birrîn û li Tewrêzê de hatine îdamkirin.

Di salvegera îdama wan ciwanên şoreşger de me hewce zanî ku em gotûbêjekê di vê derheqê de li gel birêz Qasim Keleşî kadrê kevnar ê PDKÎ bikin ku heyamekê bi wan re li girtîgehê de bûye û ji nêzîk ve ew nas kirine û şahidê cesûrî û lehengiya wan bûye. zêdetir ji du mehan bi hevre li girtîgeha bajarê urmiyê de bûne.
Me di destpêkê de ji birêz Qasim çawaniya nasyariya bi wan 59 kesan re, jê pirs kir, wî jî weha bersiv da: “Roja 27’ê Reşemeya sala 1361’an(1983) bû ku 59 kes anîn bo girtîgeha Urmiyê, û gotin evne xelkê Mehabadê ne, û karê siyasî kirine. Piştre ku min zanî ku kesên welatparêz in, ez bi wan re bûme heval”.

Navbirî herweha derheq morala bihêz ya wan girtiyan de got: “Yek ji wan girtiyan bi navê Kemal, rojekê gote min ku me her 59 kesan wek endamên Komeleya Jiyaneweya Kurd wate (J- K), sond xwariye ku em îxanetê bi yektir û bi çi Kurdekî nekin. Em li ser Kurdîniyê hatine girtin, û em şanaziyê bi xwe dikin. Em ji vê natirsin ku ew me bikujin, belkû em dilgiran in bi vê ku temenê me hêşta kêm e, û me nekarî bi qasî ku hewce ye, em li xizmeta gelê xwe de bin.” 

Birêz Qasim Keleşî ku her di wan rojên girtîgehê de bi sedema hevaletiyta bi wan 59 kesan re, lêpirsîn lê hatibû kirin, weha bîreweriyên wan rojên nexweş li girtîgehê de bi me re parve kir: “Rojkê yek ji berpirsên girtîghê di rîza wergirtina xwarinê de, gote yek ji wan hevalan bi bi navê Salih, ku tu gellek zêde diaxivî û axaftinên te pirr watedar inm û Salih di bersivê de gotê ku heke me serî tevandiba, li bajarê Mehabadê de, emê bêdeng bana, û we jî em nedianîn vir, lê xatircem bin ku em 59 kes ji we re tiştek nabêjin ku hûn dilê xwe pê xweş bikin, me kes nekuştiye, tenê li Mehabadê de rêpîvanek hebûye û em jî têde beşdar bûne, we jî bi sûçê endametiya hizbê em girtine, heke weha be, gelê Kurdbi tevahî li Kurdistana Îranê de endamên partiyan in, gelo ma dibe ku kurd bi tevahî bêne girtin. Her piştî wan axaftinan salih birin û gellek jî îşkence kirin”.

Birêz Qasim Keleşî tevî vê ku birina wan 59 ciwanên Kurd bo îdamê wek bîreweriyek herî nexweş a xwe li dema girtîgehê de bi nav kir, weha bas ji morala pirr bihêz ya wan ciwanên Mehabadê ji me re dikir: “Rojekê çend berpirsên girtîgehê hatin û gotne wan 59 kesan ku xwe bo demjimêr 6’ê sibê amade bikin. Lewra vê şevê me pirr bi hevra qise kir û piştre wan bo cara dawiyê xatirê xwe ji me xwastin, û êdî qet venegeriyan. Piştî heyamekê malbata min hatne dîtina min, û gotne min ku pêşmergeyên hêza Bêstûn a PDK Îranê ji bo tolhildana wan 59 îdamkiriyan, 59 emeliyat encam dane. Dema ew yek min zanî, min hest kir ku her 59 kes jî sax bûne”.

Di dawiya vê hevdîtinê de birêz Qasim rêz û hurmet ji yad û bîra wan girt û got ku morala wan ew qas bandor li wî kir ku ew heya niha jî hes bi mandîbûnê neke û berdewam be li ser xebatê.