Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo bîrmend û rêberê PDKÎ

20:46 - 27 Tebax 2013

N: Edrîs Ehmedî

Dîroka PDKÎ em dikarin ji gellek dîtingehan û bi gellek meremên cuda ve basê bikin. Her çend ku Dr. Qasimlo di pirtûka “Çil sal xebat di riya azadiyê de”, bi sedema metoda dîroknasiyê dewra tak di dîroka PDKÎ de kêmreng dike, lê heke merem nirxandina rolê tak di dîroka vê rêkxistinê de be, em dikarin çar qonaxan jêre destnîşan bikin.

Qonaxa yekem: Pêkhatina PDKÎ û rolê Qazî Mihemed wek yekem rêberê vê partiyê, û herweha serkomarê Kurdistanê ye ku niha jî tev de be, bandor li ser gotara nasyonalîzma Kurdî li tewaya Kurdistanê de heye.
Qonaxa dûyemîn: Jidestdana serbixweyiya PDKÎ ye li serdemê rêberiya Ehmed Tofîq de.
Qonaxa sêyemîn: Ne tenê bidestveanîna serxwebûna siyasî ji PDKÎ re ye, belkû pêk tê ji avakirin, û bi rêkxistinkirin, bi cemawerîkirin, û herweha jêhelbirina pêgeha PDKÎ wek hêza sereke ya Kurdistanê û heta Rojhilata Navîn jî. Di vê rêyê de jî bi birêvebirina şereke çekdarane ya berdewam û berfireh di dema jiyana xwe de û heya radeyekê bi navdewletîkirina pirsa Kurd, berhema rêberîkirina Qasimlo bû.

Qonaxa sêyem û çarem têkelî hev in, û qonaxa erkên giran ên rêkxistina PDKÎ ye ku li stûyê rêberê mezin Dr. Şerefkendî bû. Qona çarem herweha qonaxa ragirtina PDKÎ bûye, wek hêzeke bi bandor, di jeopolîtîka Rojhilata Navîn de, piştî şehîdkirina Qasimlo û bidawîhatina şerê di navbera Îran û Îraqê.

Renge di salvegera avakirina PDKÎ de tişta herî asayî baskirin ji qonaxa yekem be. Helbet qonaxa sêyemîn ew qas giring e ku zêderewî nine ku heke bas ji rênsansa PDKÎ bihê kirin, lewra di cihê xwe de ye ku di salvegera avakirina PDKÎ de her dem giringiya qonaxa yekem û sêyem bi hevre bihê baskirin. Tevî vê yekê jî qonaxa sêyemîn giringiyek heye ku kêm bala xwe danê. Ew jî dariştina sitratejiyê bo PDKÎ ji aliyê Qasimlo ve ye.

Peyva sitratejî gellek caran tê bikar anîn, lê kêm car tê pênasekirin. Me hewcehî bi pênaseyeke bi bandor e, bona têgihîştina ji vê ku Qasimlo ne tenê rêber bû, belkû bîrmendekî sitratejîk jî bû. Bê guman di dîrokê de ew cure rêber kêm hildikevin. Sitratejî pêk tê ji sê beşan. Lewra her bîrmendekî sitratejîk li dariştina sitratejiyê de sê erk li stûyê wê ne. Ya yekemîn pênasekirina berjewendiya neteweyek, welatek yan partiyekê ye, û her weha di vê derheqê de diyarîkirina wan armancên ku divêt xebat jêre bihê kirin. Ya duyemîn jî destnîşankirina xeter û metersî ye li ser wan berjewendiyan (çi metersiya nihayî yan çavnihêrkirî be). Ya sêyemîn jî biryardan e li ser şêweya herî di cihê xwe de ya îmkanatên siyasî, aborî û leşkerî bo berevanîkirina ji wan berjewendiyan û gihîştina bi wan armancên ku pêştir hatine diyarîkirin. Dariştina sitratejî bi kurtî tevlîheviyek e ji îmkan û armancan. Gellek caran kesek partiyek yan girûpek tê û komek armancên mezin diyarî û destnîşan dike, û bi bê vê ku bizane komeke dijminan ji xwe re çê dike. Lê jiber ku giringiyê nadne erkê sêyemîn, di rastî de li dariştina sitratejiyê de ser nakevin, belkû zêdetir mijûlî baskirina ji hêviyan dibin. Lewra erkê sêyemîn biryarder e li piroseya dariştina sitratejiyê de, jiber ku ew îmkanat li ber destê her ektereke siyasî de bin, sînordar dike li diyarîkirina armanc û armanên xwe de. Qasimlo bîrmendeke sitratejîk bû, jiber ku ew erk bi serkevtin ve bi cî gehandin. Em dikarin bêjin ku Qasimlo yekem rêberê Kurd e ku bi awayeke herî baş sitratejiyê dadirêje. Qasimlo berjewendiya giştî ya neteweya Kurd li mafê dîharîkirina çarenûsê de pênase kir. Lê bi sedema parvekirina Kurdistanê û rewşa jeopolîtîk ya Kurdistanê Dr. Qasimlo dariştina sitratejiyê sînordar kir bo PDKÎ û Kurdistana Îranê. Lewra mafê dîharîkirina çarenûsê li ber ronahiya rewşa Kurdistana Îran ya wê demê di şiklê “Otonomî bo Kurdistanê û demokrasî bo Îranê” de dîharî kir, ku dawî car di armanca PDKÎ de rengveda.

Wî Komara Îslamiya Îranê wek tehlûkeya sereke li ser berjewendiya Kurd û xebata bo demokrasiyê li Îranê de destnîşan kir. Tevê vê ku sitema neteweyî li ser Kurd di tewaya parên Kurdistanê de ji aliyê hejmareke berçav ya neteweya Fars, Ereb û Turk ve tê piştevanîkirin, lê Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku nabe wan neteweyan wek dijmin destnîşan bikin, belkû li her çar welatan de hikûmeta nawendî ya sitemkar û dijî Kurd wek tehlûke li ser berjewendiya neteweya Kurd destnîşan kir. Dawî car divêt Kurd û ew neteweyên din jiyana aştiyane bihevre li Rojhilata Navîn de derbas bikin, lewra nabe wek netewe bibne dijminê yektir. Dijminatiya di navbera neteweyan di gellek cihên cîhanê de helandina etnîkî û jînosayd lê ket. Qasimlo dixwast bi dijmnatîkirina bi hikûmeta nawendî ya sitemkar re ku wek tehlûke li ser berjewendiya Kurd bû, neteweya Kurd ji wan cure dijminatiyan biparêze.

Qasimlo bi dirustî li ser vê bawerê bû ku ew îmkanên li ber destê Kurd de ne, sînordar in û rê nadin ku armancên bilindtir ji mafê dîharkirina çarenûsê di çarçoveya wan welatên Kurdistan bi ser wan de hatiye parvekirin, were dîharîkirin. Bo mînak rewşa jeopolîtîk ya kurdistanê tevî Bengiladişê dida ber hev û digot ku Bengiladêş dixwaze ji welatekê cuda be, û bi sedema destpêregihîştina wê bi behrê, xwediyê kûrahiya sitratejîk bû, û piştevaniya welateke wek Hindûstanê hebû, li demekê de ku Kurd bi çar dewletan re berbirû ye û ne dostên wê hene û ne jî destê wê digîje behrê. Ku weha bû Qasaimlo hevdem bîrmenedekî sitratejîk ê rastîn bû, û sitratejiya PDKÎ li ser bingeha parsengiya hêz darişt. (hêjayî basê ye ku rêkxirawên Kurdî hene ku armanca wan serbixweyî ye, lê yan nekarîne li qada xebatê de bin, yan eva ku neçar bûn desta jê hilgirin, û bi watayek din derbê li bîra serxwebûna Kurdistanê bidin, ku eva jî nîşan dide ku ew xwedî sitratejî nebûn). Lê Qasimlo jêve bû ku Kurd dikare di rewşa vekirî ya siyasî de ji hêza cemawer mifahê wergire û xelk bo piştevaniya armanca bidestveanîna mafê dîharîkirina çarensê û demokrasiyê teyar bike. Di nebûna rewşa siyasî ya vekirî Qasimlo bawerî bi xebata çekdarî hebû, û digot em şer dikin bo gotûbêjan, wate ji riya xebata çekdarî ve Kurd dikare hikûmeta nawendî neçar bike bo gotûbêjan û dawî car jî gotûbêj bo çareseriya aştiyane û dadperwerane ya pirsa Kurd. Qasimlo her weha jêve bû ku Kurd dikare ji dîplomasiyê mifahê wergire bo gihîştina bi armancên xwe, lewra di serdemê qasimlo de hewleke berfireh hate dan bo navdewletîkirina pirsa Kurd. Her weha bi avakirina Radyoya Dengê Kurdistana Îranê şêweyek din ji dîplomasiyê bi kar anî ku bi dîplomasiya giştî tê naskirin, û armanc bandordanîn e li ser raya giştî. RDKÎ û bilavokên din ên PDKÎ bi zimanê Farsî bi armanca agehdarkirina raya giştî ya Farsan bû li ser sitema neteweyî li Kurdistanê û hewildan bo çêkirina dost û hevalbendan bo pirsa Kurdistanê û bo demokrasiya di Îranê de û di nav neteweya Fars de. Terorîzm emrazek din e ku Kurd dikare mifahê jê bistîne, lê Qasimlo ku bixwe bû qurbaniyê terorîzmê ew metod wek pirensîp ret dikir û bi xisarhilgir dizanî.

Bi sedema vê ku Qasimlo hem rêber û hem bîrmendekî mezin ê sitratejîk jî bû, çawan li jiyana xwe de bandor li ser Kurdistan, Îran û heta herêma Rojhilata Navîn jî hebû, piştî şehîdbûna xwe jî, her wek di yek ji diruşmên endanên PDKÎ de bi dirustî hatiye: “Qasimlo di rêbaza xwe de zindî ye”.