Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qata kedkar û hejarên Îranê nikarin hewcehiyên zarokên xwe yên xwendevan dabîn bikin

12:40 - 9 Îlon 2020

Qata kedkar û hejarên Îranê bi sedema bilindbûna nirxa kelûpelên hewce bo xwendinê û herwisa emrazên hewce bona xweparastin ji vîrûsa Koronayê nikarîn wan tiştan bo zarokên xwe dabîn bikin.

Pêka maddeya 30 ya “Yasaya Bineretî ya Îranê”, “dewlet erkdar e ku kelûpelên hewce yên perwerde û hînkariyê bo tev xelkê Îranê, heta bidawîhatina qonaxa navendî dabîn bike û kelûpelên hewce bo xwendina bilind jî heta xwebijîviya aborî ya welat bi awayê belaş zêdetir bike.”

Lê xelkê Îranê hemû kelûpelên hewce bona xwendevanan bi perê xwe dabîn dikin û heta perê wan pirtûkan jî didin ku ji aliyê Wezareta Perwerde û Hînkariyê ve bo xwendigehan tê diyarîkirin.

Hînkarî bi rewşa “Online” jî di Îranê de hewceyî bi alavên pêşketî yên wek leptap û mobaylan heye ku ew jî bi bilindtirîn nirx di bazaran de têne firotin, û piraniya xelkê hejar yên Îranê bi ti awayekî nikarin wan dabîn bikin ku pêka maddeya 30 ya yasaya bineretî ya Îranê, ew erkê rejîmê ye ku wan kelûpelên hewce dabîn bike, lê heya niha rejîmê ew erkê xwe yê destûrî cibicî nekiriye.

Nebûna emrazên hewce bona pêşîgirtin ji vîrûsa Koronayê di piraniya xwendigehan de û hewisa neşiyana kirîna wan emrazan ji aliyê malbatên xwendevanan ve, rewşeke herî metirsîdar li ser canê xelkê bi taybet zarokan di xwendingehan de afirandiye ku roj bi roj vîrûsa Koronayê zêdetir qurbaniyan li pey xwe tîne.