Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera 3ê kedkarên girtî yên Kurd li Pawê nediyar e

12:17 - 28 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: serbarê danîna barmeteya 900 milyonî, lê 3ê kedkarê dest bi ser girtî yê Kurd, niha jî hepsîxaneyên rejîmê de, serbest nehatine berdan.

Li gor raporta Kurdistanmedia, serbarê derbasbûna 6 rojan bi ser dest bi ser kirina 3ê kedkarên Kurd yên bi navê, Zekirya Mihemedî, Loqman Ferhadî û Dîdar Qadirî û danana zemaneta 300 milyon timenî bo her yek ji wan, dadgeha bajarê Pawê hêla ew azad nekirin e.

Hemwelatiye ji Kurdistanmedia re got, dadgehê pester ew pere weke zemanet derheq serbest berdana wan 3ê kedkaran diyarî kiri bû, lê serbarê vê yekê ku malbatên wan tevî hemi zehmetiyan qasî 900 milyon timen bo zemaneta wan dabîn kiribûn, lê dadgehê ew azad nekirine.

Navbirî herwisan da zanîn ku 2 ji wan kesan bi navê Zekirya Mihemedî û Loqman Ferhadî serbarê danana zemanetê, lê bo girtîgeha Dîzil Abad a Krmaşanê hatine veguhastin. Û kedkarê sêhem bi navê Dîdar Qadirî bi sedema zoriya temen di girtîgeha Pawê hatiye xudan kirin.

Ew kedkarê Kued bi sûçê bar kirina alavên nav male yên weke Telefizyonan, li bazargeha fermî a Şoşmê a ser bi bajarokê Newsûdê, ji aliyê Hêzên nîzamî yên rejîma Îslamî a Îranê we hatine dest bi ser kirin.