Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedexekirina navê Kurdî li ser dûkanên parêzgeha Faris + Belge

13:27 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Welatiyekî Kurd li parêzgeha Faris bo dûkana xwe navek berbijêr kiribû, lê ji aliyê nawenda ewlehiyên rejîm ve pêşî lê hat girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, îdareya emakina parêzgeha Faris kevalek ku dûkana mobil firoşî bû, bi Kurdî hatibû nivîsîn pêşî lê hat girt.
Xwediyê vê dûkanê ku Kurde û navê “Jîna” bo dûkana xwe diyar kiribû, lê îdareya Emakin bi alîkariya îdereya Ferheng û Îrşad a parêzgeha Faris pêşî pê girtin.
Nawenda han di nameyekê de ragihandibû, ev nave jiber evê ku Kurdî ye û Îranî nine, nabe biçe ser vî dûkanê.
Piştre jî Nûçegihanan saziya daxwaz ji hemû nûçegehanên Kurd kiribû, bi demek zû nav û nasnameya Kurdiya xwe biguherînin û cihê vî de navê Îslamî bi xwe berbijêr bikin, idî nikarin bi navê Kurdî karê rêportaj û nûçegihaiyê bikin.
Di namê de ku nusxeyek bo nûçegehaniyên Kurd hatibû rêkirin: Daxwaz ji wan nûçegehanên Kurd dikeyîn ku di demeke kurt de guherîn bi ser nav û nasnameya Kurdiya xwe de bînin.

5467.jpg