Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qeyrana ard û kêmiya nan di bajarê Pîranşehrê

13:15 - 20 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Qeyrana ard û kêmiya nan piştî çendîn bajarên Kurdistanê, li bajarê Pşranşehrî jî ew qeyrane hetiye pêş û hemwelatiyên wî bajarî tûşî astengiyan bûne.

Hevwelatiyên Pîranşehrê du roje bi mecûrî bo kirîna nanê azad bo çend demijmêran li sefa nan de dirawestin û bi gotina welatiyên wî bajarî nanê azad jî kirine sehmiye bendî.

Malpera “Kurdpeyam” bilav kir, sehmiya ardê nanivayên bajarê Pîranşehrê kêm kirine û karîgeriya xwe li ser nanê hevwelatiyan daniye.

Çavkaniyekê eşkere kir, bi hukma evê ku sehmiya nan kêm kirine, ew jî naçarin heya demijmêr 10’ê sibêdê kar bikin.

Her divê pêywendiyê de bajarê Sine, Şino, Merîwan, Dêgulan jî li gel qeyrana ard û kêmiya nan berbirû kiriye.