Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna ava vexwarinê li Kirmaşan û Îlamê û guhnedana berpirsyaran di vî warî de

20:40 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Rojane 6 demijmêran ava vexwarinê qet dibe û hevwelatiyên Kirmanşan û Îlamê nigeranin û berpirsyaran di vî warî de sehlingariyê dikin.


Ava vexwearina kolana “Xeiyam”a bajarê Kirmanşanê rojane pitir ji 6 demijmêran qet dibe û tu nawendên pêwendîdarên rejîma Îranê di vî varî bersiva welatiyan nadin.
Roja yekşemî 30’ê Hezîran a 2013’an, hejmarek hevwelatî jiber guhnedana berpirsyaran narizayetî dirbirîn.
Hevwelatiyên han ji ber deriyê îdareya av û averû a bajarê Kirmanşanê kom bibûn û daxwaza çareseriya ava vî bajarî kirin.
Divê pêwendiyê de welatiyên hinek taxên bajarê Îlamê weke “Canbazan” û “Şehreka Hicret” jiber qetbûna avê narazîne.
Bi gotina welatiyekî bajarê Îlamê, tenê çend demijmêre ku di şevê de av heye û dimijmêrin din bi xasmanî sibêdeya ji hebûna ava vexwarinê bêparin û ev nebûna avê mere bûye kêşe.
Herweha welatiyê han gotiye: Eger qirar be av di cihên cûrbicûr qet be dibe piştre bê ragehandin û me hevwelatiyan hayîdar bikin ku jiyana rojaneya xelkê tûşî arîşeyan nebe, lê mixabin berpirsyarên vî warî ne tenê gohê xwe nadinê belkî demê carekê avê li ser xelkê qet dikin.
Heya niha îmkanatên hevce jibo cîbicîkirina vê pirsgirikê ji aliyê nawendên pêwendîdarên rejîma Îslamiya Îranê nehatiye temînkirin.