Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna karaba bazara sînoriya Pawe, narizayetiya bazariyan çêbû

12:15 - 24 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Îdareya karaba bajarê Pawe, seba nedana diravê berqê, bazara sînoriya wî bajarî ji aliyê şarewaniya vî bajarî ve, karaba vê bazarê qut kiriye.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, berwara 22’ê Îlona 2013’an, îdareya karaba bajarê Pawe karaba hemû dûkan û bazarên bazarça sînoriya vî bajarî ku li “Bilwara Canbazan” helkevtiye, bi sedema nedana dirav, qut kirin.
Karmendekî îdareya berqa bajarê Pawe bi malpera “Kurdistanmedia” ragihand: Şarewaniya bajaroka Pawe bi qiyasê 4 milyîon Tûmen qerzdarê îdareya karabayê ye, lê ew dirave ku ji aliyê dûkandaran ve dane bi şarewaniya Pawe, radestî îdareya berq nekiriye, her ji ber vê karaba wê bazarçê qut kirine.
Karmendê ku nedixwast navê vî eşkere be ragihand: “Xwediyê dûkanan seba qutbûna karaba bazarê narizayetiya xwe derbirîne, çûnku evana perê xwe nade şarewanê vî bajarî, lê şarewan ew dirave radestî îdara berqê nekiriye”.
A niha karaba bazarça sînoriya Pawe bi awayekî demekî wesilkirine û îdareya berqê jî bi bazariyan û dûkandaran ragihandiye ku givaş bo şarewanî bînin heyanî qerzê îdareya berqê bidet.