
Qutbûna li peyhev a berqê li parêzgeha Îlamê de bûye sedema dayxistina kuştargeha goşt û xelk tûşî pirsgirêkan bûye û li Luristanê jî bazrganî û kasibiya xelkê bi sedema qutbûna li peyhev a berqê rawestiyaye.
Piştî qutbûna li peyhev a berqê li parêzgeha Îlamê, kuştargeha “Manêşt” hate dayxistin û dabînkirina goşt bo xelkê gelek dijwartir bûye û pêka gotina xelkê ew çend rojae ku goştê mirîşkan bi zehmet peyda dibe.
Herwisa li Parêzgeha Luristanê de jî, qutbûna li peyheve Berqê bûye sedem ku karê bazirganî û kasibiya xelkê li wê parêzgehê de raweste û xelk rastî xisarê bibin.
Pêka gotina xelkê wan parêzgehan, qutbûna berqê bê bernameye û rohn nîne kengê qut dibe û kengê têt, û çi bernameyek li derheq qutbûna berqê bo xelkê nehatiye ragihandin.
Nebûna bernameya zanistî bona dabeşkirin û dabînkirina berqa hewce bo xelkê û karên pîşeyî û hebûna maynêrên bît kuwîn ên Çinê li Îranê ku bi awayekî berfireh, bê hejmar û bi piştewaniya rejîmê hatine danîn, sedemên bingehîn ên qutkirina bereqa xelkê ne.