
Baran barîna roja derbasbûyî, bû sedema rabûna lehiyê û xisarên giran bi malên xelkê û werzêriyê ketiye.
Roja Sêşemî, 26`ê Gulanê, rabûna lehî di bajarê Xoyê de xisarên giran bi deverên derdora çemê “Kotol” û çemê “Elend”ê daye bi 10`an malên xelkê xisar dîtine û bi 100`an hiktar erdên werzigariyê û baxçeyên xelkê ketine bin ave.
Deverên “Êv Oxlî, Kotol û devera navendî a bajarê Xoy”ê xisareke zêde berketiye, piraniya berhemên werzêriyê di wan deveran de ji nav çûne.
Pêka qotina xelkê wan deveran, zêdetir ji 50 salane ku, lehiyeke wiha xurt nerabûye.
Sitada kirîz a bajarê Xoyê, piştî rabûna lehiyê û xisarên giran serdana wê deverê kiriye, lê ti karek bo xelkê wan deveran nekiriye û zêdetir temaşewanê jinavçûna mal û werzêriya xelkê bûye.
Rejîma Îranê, bi caran bas kiriye ku cihên rabûna lehiyan, radane û ti nigeraniyek li ser xelkê wan deveran tinîne, lê gotinên wan bi giştî bi derew derketin û daxuya ku heya ti berevirdek ji rengeyiya rabûna lehiyan nekirine.
Heya belavbûna wê nûçe, ti xisareke canî ji rabûna lehiyê tine bûye.